Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê bixemilînim
sîng û berê qîzê
bi gul-sosinêd sor.
Ez ê pirs kim: – Qîzik,
kîjan rengî hiz dikî?
Hergê cabê bide:
– Ê sor!
Ez ê wergirim
bejn û balêd qîzê
bi kincê sor.
Elîxanê Memê. Helbestkar, rojnameger, çandnasê êzidahiyê, siyasetmedar. 6ê hezîrana 1948ê tê dinyayê. Sala 1967ê dibe xwendekarê beşa rojnamevaniyê li Unîwersîteya Dewletê ya Yêrêvanê. Sala 1973yê xwendina xwe kuta dike û hetanî 1979ê di rojnameya Piyoner Kançê de, piştre du salan di kovara Hayastanî Aşxatavoruhîyê de bi dû re jî bi qasî 8 salan di weşanxaneya Sovyetekan Groxê de dixebite. Sala 1990ê dibe parlamenterê bajarê Yêrêvanê di meclisa Ermenistanê de. Yek ji wan ronakbîr/siyasetmedarên serkêş e ku bi hewldanên saziya Yekbûnê û Wekîl Mistefayev, 7ê hezîrana 1992yê damezirandina Kurdistana Sor radigîhinin. Edîtoriya rojnameya Zagrosê kiriye û ji bo serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Ermenistanê hatiye hilbijartin. 12 kitêbên perwerdehiyê ji bo zarokên kurdan amade kirine. 12yê kanûna pêşîn a 2016yê ji ber nexweşiya pişikê kiras guheriye.
Hin berhemên ku li dû xwe hiştine ev in: Kênas Sov (Derya Jiyanê), 1983; Kar (Kevir), 1983; Surra Hisretê, 1989; Arêvî Yêrkîr (Welatê Rojê), 2004; Ax û Nan, 2004; Zagrosî Luyîserî (Nûrên Zagrosê), 2006; Nûranî, 2010; Yerkxosutyun (Dialog), 2013.