Siya yê Din

· Pall Yayıncılık
5.0
2 reviews
Ebook
80
Pages

About this ebook

Di çîrokên kupkurt ên Ildiz de taybetiyeke giring xwe dide der ku meriv dikare wekî krîtereke serkeftinê ya ji bo vê cureyê qebûl bike: Gava xwendina çîrokan xelas dibe, çîrok bi xwendevanan dest pê dike. Bi gotineke dîtir ev çîrok, ji bedêla ku bi dorsînoriyeke çar-pênc hevokî an jî yek-du pasajî çîrokekê ji xwendevanan re vebêjin, çîroka di dilê xwendevanan de derdixin holê û bi vî awayî temam dibin. Balkêş e û nivîskar tim dilê xwe dibijînin vê rewşê.

 

Bijartina mijaran a ku di kitêbê de bêyî kategoriyeke şiklî an jî têmayî hatiye kirin û digel vê yekê tercîha edîtoriyê jî, dîmena timelinea hesabên medyaya civakî yên mirovên roja me tîne bîra meriv. Belkî jî eynî di vê gavê de, ev yek encama wê tercîhê ye ku hewl dide hevaheng be digel panoramaya zêhnî ya xwendevanekî kurd ê vê serdema me.

 

Ev çîrokên ku ji meseleyên civakî û siyasî bigire heta bi meseleyên têra xwe şexsî û endîşeyên biçûk ên jiyana rojane çarçoveyekê xêz dike, bi vî awayî kariye bi hostatî panoramaya qelebalix, belawela, dudil lêbelê rasteqîn û berfireh neqil bike.

 

Mihemed Şarman


Discover more

Ratings and reviews

5.0
2 reviews
Jan Osrak
March 31, 2023
harîqûlade ye nûwaze ye 👌
Did you find this helpful?

About the author

Di sala 1991ê de li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyayê. Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê li Stenbolê qedandiye. Kitêba wî ya ewil a çîrokan bi navê Tirspîvan (Belkî, 2015) û romana wî ya ewil bi navê Qal (Peywend, 2019) çap bûye. Romana Herta Müller bi navê Dilajal (Lîs, 2022) wergerandiye kurdî. Niha li Berlînê dijî. 

Rate this ebook

Tell us what you think.

Reading information

Smartphones and tablets
Install the Google Play Books app for Android and iPad/iPhone. It syncs automatically with your account and allows you to read online or offline wherever you are.
Laptops and computers
You can listen to audiobooks purchased on Google Play using your computer's web browser.
eReaders and other devices
To read on e-ink devices like Kobo eReaders, you'll need to download a file and transfer it to your device. Follow the detailed Help Center instructions to transfer the files to supported eReaders.