Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê.
Pîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.
Di 1979an de li gundê Dîlanê yê girêdayî Kerborana Mêrdînê hatiye dinyayê. Mamostayê wêje û zimên e.
Lerz, romana wî ya ewil e.