Mamik an metel an ku tiştanok pişkeke cidanebûyî ji ferheng û funulora Kurdî tê hisabê。
Gelê Kurd li dirêjîya jiyana xwe de her tim xebitîye bi şiklên cur bi cur vê ferhengê biprêze。
Çêkirina metel û mamikan(tiştanok û têderxistinokan)yek ji van rêyên parastina ziman û ferhengê ye.
Di nav Kurdan de derheqê babetên cur bi cur wekû meselên jîyanê û siruştê; êmîş û fîqîyan; mêrxasiyê、rihdiberan û heywantan、xasma babetên péne.
Metelên ku di vê nermalavê de Hatine bicihkirin hasila çenda salan lêkolîn û geriyana rêzdar Muhemed Riza Semedîzade di nav civak û cemaetê、bi taybet gelê herêma Ûrmiyê de ye.
Lîstoka Ew çi ye?piştî çend mehan têkoşîna me hatiye amadekirin û her kes û hemû astên temenî wek zarok û mezinzn dikarin wê bi kar bînin.
Ew Çi Ye?lîstokek e ku ji 100an mamik û metelên kurmancî pêk hatiye û her merheleyê de dibe hûn bersiva pirsê peyda bikin heta ku hûn bikarin herin merheleya din.