Mîrzayê Biçûk

· Nûdem
4.1
18 reviews
Ebook
104
Pages
Eligible

About this ebook

Mîrzayê Biçûk (Bi tirkî: Küçük Prens) çîroka herî bi nav û deng ya nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupéry ye û di nava çîrokên zarokan yên klasîk cih digire.

Çîroka pirtûkê

Rojek ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çola Sehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe jê re wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gêrestêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje ku gêrestêrka wî pirr biçûk e: Li ser wê sê volkan û guleke ji xwe razî heye.

Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, çend gêrestêrên din geriyaye: Li her gêrestêrekê mirovek din jiyabûye lê Mîrzayê Biçûk ti kesî ji wan ji xwe re ne kiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe re mijûl in û rû nadin ev tistên serekîn ên jiyanê, yên ku mirovan kêfxwes dikin.

Bi derbasbûyîna demê pîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî havî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ewê ti car hev û din ji bîr nekin.

Wergerên kurdî yên pirtûka Mîrzayê Biçûk

Mîrzayê Biçûk (1995), ji aliyê Fawaz Husên ve hate wergerandin bo kurmancî.

Şazadey Çikole (2001), ji hêla Aso Ebdulla Hesenzade ve hate qulipandin bo soranî.

Şazadeo Qickek (2009), bi destê Asmêno Bêwayir hate kirin bo zazakî.

Ratings and reviews

4.1
18 reviews
Alain khalil
July 21, 2020
Great book
Did you find this helpful?

About the author

Antoine de Saint-Exupéry kiye?

Li bajarê Lyonê di 29´ê meha pûşperê di sala 1900´î ji diya xwe dibe. Di çarsaliya xwe de, Antoine bavê xwe winda dike û sêwî dimîne. Lê rewşa malbata Saint-Exupéry xweş e û ligel mirina vî bavî, Antoine û zarokên din bi diya xwe re biçûkaniyeke xweş dibînin.

Di sala 1909´an de diya wî li Mansê bi cih dibe û Antoine li wê derê diçe dibistanê. Ev salên xwendin û zaroktiyê ciyekî mezin di nav bîranînên wî de digirin. Antoine wê paşê binivîsîne ku li her masê ji masên dibistanê, wî hinek ji wê dilovaniya zaroktiya xwe hiştiye.

Di sala 1912 ew çav li balafirekê dikeve, dibîne çawa ew bi asamanan dikeve. Ji wê gavê, daxwaza firînê di dilê wî de ciyekî mezin digre û gava yê balafirvan têdigihêje ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, ew daxwaze dilê wî bi gewde dike û wisa jî, ji bo cara yekemîn di 12 saliya xwe de, Antoine hîsên xweşî û azadiyê nas dike. Ev bûyera hanê şuna xwe di dilê Antoinê zarok de çêdike û firîn ji wê rojê jê re dibe mebest û armanc.

Di destpêka Şerê Cîhanî yê yekemîn de, Antoine û birayê xwe François derin bajarê Frîbourgê li Swîsreyê û xwendina xwe li wê derê berdidomînin. François bi nexweşiya dil dimire û Antoine gelekî li ber mirina vî lawikê panzdehsalî dikeve. Ew xwendina xwe ya navîn tev dike û tê Parîsê. Ew di beşên zaniyariyê û nemaze di matematîkê de xurt e lê belê di nivîsandina salixdanan de hinekî qels e. Ew di xwendina xwe de bi ser nakeve û sala 1919´an ew li zanîngehê dikeve beşê Hunerên Xweşik.

Di sala 1921ê de, ew leşkeriya xwe dike, dibe hostê balafiran. Ew peran ji diya xwe dixwaze û hînî ajotina balafirên medenî dibe û dîploma xwe ya balafirvaniyê digre. Lê rêya firê hêna li ber wî dirêj e. Piştî çend salan, ew li bajarê Toulousê di kargeha balafiran de kar dike. Di 1927´an de xewna wî ya kevin û şîrîn bi gewde dibe.Ew bi balafirê nameyn ji Toulousê dibe Kazablankayê, li Afrîqa bakur û, ji wê derê jî, di ser Sehrayê re, ew wan digihîne bajarê Dakarê. Ew di sala 1928´an de navê ku li ser kîsên postexanê Nameyên Başûrê li romana xwe ya pêşîn dike. Ew di vê pirtûkê de li ser jiyan û zehmetiyên balafirvanan dinivîse. Weşanxane gelekî kêfa xwe ji vê romanê re diyar dike û ji Antoine de Saint-Exupéry dixwaze ku ew ji bo wê heft romanên din binivîse. Ev peymana pîrozwer tiştekî mezin di jiyana Antoinê balafiran de naguherîne ji ber ku ew her karê xwe, wek berê, berdewam dike. Ew bi balafira xwe rêya Europa û Argentînayê vedike. Ew romana xwe ya duduyan Fira bi şevê di sala 1931´ê de çap dike û mara xwe li jineke argentînî dibire. Nivîsên Antoine de Saint-Exupéry deng didin û Erda Mirovan (1939) Xelata Mezin ya Akademiya Fransî digire.

Cenga Cîhanî ya duyemîn dest pê dike û Antoine de Saint-Exupéry gelekî li ber şikestina Fransayê dikeve. Ew xwe digihîne Amerîkayê û li wê derê, Balafirvanê Cengê û Nameyek ji bo girtîyekî dinivîsîne. Ew çîroka Mîrzayê Biçûk li New Yorkê di sala 1943an de dide çap kirin û paşê berê xwe dide Cezayirê. Ew xwe digihîne hevalên xwe ên balafirvanyê. Ew anuha çel û sê salî ye û temenê herî mezin ji bo ajotina balafiran bi xwe sî û pênc e. Lê bi saya dost û nasan, ew balafirê dajo. Di 31 meha heftan de ji sala 1944 şopa wî di fira nehan de bi giştî winda dibe û kesek nizane balafira wî li kuderê dikeve.

Tiştê ku ji van pirtûkan xuya dibe ew e ku Antoine de Saint-Exupéry hemû berhemên xwe li ser jiyana balafir û balevirvaniyê, ango li ser jiyana xwe ya kesane û rojane, ava dike. Antoinê nivîskar zora Antoinê balafirvan nabe. Ew bûyeran di kirasekî edebî de rêz dike û di nav van rêzan de peyxamekê digihîne xwendevanan, moralekê, suncekê bi gewde dike. Nivîskar pesnê tevgerê, jiyana mirovan dide. Ew dibêje ku tenê tevger û berxwedan dihêlin ku meneyek ji jiyanê re çêbibe. Gava mirov xwe ji can û dil dide kar û barên xwe, ew tixûbên mirinê her gav dûr dixîne û rêya bexteweriyê fireh dike. Di xwêdan û daxwazên mirovan de meneyek ji jiyanê re çêdibe. Fransa rûmeteke mezin dide Antoine de Saint-Exupéry. Ji bo bîranîna pêncîsaliya mirina wî, banka fransî wêneya nivîskar û nigara Mîrzayê Biçûk li ser kaxeza pêncî frangî dixîne.

Pirtûka Mîrzayê Biçûk di nav berhemên Antoine de Saint-Exupéry de bi rastî ciyekî taybetî digre. Ew bi babet û naveroka xwe ji hemû pirtûkên din cihê ye. Ji navên pirtûkên din mirov dikare bizanibe ew li dora çi mijaran digerin. Eger ceng û serêşên jiyanê ciyekî mezin di nav wan de dibînin, pirtûka Mîrzayê Biçûk cîhaneke bi serê xwe ye, berhemeke yekta ye. Ew di nav serdemên harbûyînê de xewneke xweş e, di nav sedsalên dijminatiyê de bîstikek dilovanî ye. Di jiyana xwe ya kurt de, Antoine de Saint-Exupéry di nav herdu şerên cîhanî de derbas dibe. Ew tenê di zaroktiya xwe de demên kêfxweşî û pakiyê dibîne. Gava ew „mezin“ dibe, ew bêgav dibe bikeve nav cengê û bi "Mirovên mezin" re pêwendiyan çêbike, bijî. Di vê jiyana dorgirtî de, xewn rêya xelasê di rûyê wî de vedike, xewna xweş hergav bang wî dike. Wilo jî gava bayê hovitiyê gûr dibe û xwînxwar li bajarên Europayê li laşan digerin, Antoine di serê xwe de dûrî navendên bajarvaniyê, dûrî cengê dikeve. Ew li balafira xewnan siwar dibe, diçe Biyabanê, diçe Sehraya Efrîqayê û li wê tenhatiyê, wek piraniya pêxemberan, tiştên ku bi çavan nayên dîtin ew wan bi dilê xwe dibîne. Li wê derê ew pêrgî mîrzayekî biçûk tê û herdu, bi hev re, li rastiya tiştan digerin û aveke ne wek hemû avan vedixwin: ew li bîra dilovaniyê digerin û wê di bilindbûna hîsên pak de peyda dikin. Antoine de Saint-Exupéry dûrî Fransa şikestî, li Emerîkayê, tevnê vê xewnê kok dike.

Ew bi vê berhemê, ango bi vê xewnê, salên reş li paş xwe dihêle û xwe davêje nav pêlên demên zaroktiyê. Dûrî "Mirovên mezin" ên tenê ji tiştên vala hez dikin, ew hînî jiyana rastîn dibe, xwe di kirasê mîrzayê biçûk de nas dike. Balafirvan û nivîskar bi saya vê xewnê, bi alîkariya vê diltenikiyê, dikarin herdu xwe bigihînin warê hêviyê. Xewnên rojane dikarin deriyê jiyaneke sade li ber wî vekin. Antoine de Saint-Exupéry di baweriya min de dixwaze bêje ku her kes dikare li balafira xwe ya xewnan siwar bibe û pêrgî mîrzayekî biçûk bibe, her kes dikare vegere dilpakiya zaroktiyê û hîsên xêrxwaziyê.

Berhem

Nameyên Başûrê (1928)

Fira bi şevê (1931)

Erda Mirovan (1939)

Balafirvanê Cengê (1942)

Mîrzayê Biçûk (Ligel nigarên nivîskar) (1943)

Nameyek ji Girtiyekî re (1943)

Kelehdiz (piştî mirina nivîskar çapbûyî, 1948)

Nameyên Xortaniyê ji hevaleke xeyalî re û Defterçe (1936-1944) (piştî mirina nivîskar çapbûyî, 1953)

Nameyine ji bo diya wî (piştî mirina nivîskar çapbûyî, 1955)

Meneyek ji bo jiyanê (piştî mirina nivîskar çapbûyî, 1956)

Rate this ebook

Tell us what you think.

Reading information

Smartphones and tablets
Install the Google Play Books app for Android and iPad/iPhone. It syncs automatically with your account and allows you to read online or offline wherever you are.
Laptops and computers
You can listen to audiobooks purchased on Google Play using your computer's web browser.
eReaders and other devices
To read on e-ink devices like Kobo eReaders, you'll need to download a file and transfer it to your device. Follow the detailed Help Center instructions to transfer the files to supported eReaders.