Di vê kitêbê de ji bikaranina “mitosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaskirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên Kurdi; di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin.
Du gotarên ewil teorik in û derbarê peywendiya mîtos û edebiyatê û rêwitiya lehengê mîtolojîk de ne. Şeş gotarên mayî jî derbarê rengvedana mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî de ne.
Ji Milazgirta Mûşê ye. Li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de weku lêkolîner/asîstan dixebite. Li Zanîngeha Dicleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de doktorayê dike.
e-mail: kenanenado@gmail.com
Shahab Vali di sala 1973yan de li Îranê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê di sala 2001ê de di beşa “Tarîxa Dîn û Tesewifê” da, li Tehranê temam kiriye û mastera xwe jî di beşa “Ziman û Nasnameyên Kulturî” ya zaningeha Lyon-Jean Moulin ya Fransayê da li ser “Destxetên Yarsanan” di sala 2003ê da temam kiriye. Di sala 2008ê da li EPHE-Sorbonne de teza xwe ya doktorayê li ser “Mîtolojî û Doktrînên Yarsan” bi pîrozbahiya juriyê parastiye. Di navbera salên 2008-2011an de li zaningeha Beheştî ya Tehranê dersên “Mîtolojî” û “Tarîxa Dîn û Îrfanê” dane. Vali, ji sala 2013ê û vir ve li Zaningeha Mardin Artukluyê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî da wekî mamoste kar dike.
e-mail: vali.shahab@gmail.com