Destana Dewrêşê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman tê zanîn. Li Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her zaravayî tê gotin. Çi Millî be, çi ne Millî; çi Kurmanc be, çi Dimillî; çi misilman be û çi jî ne misilman, herkes ji vê destanê hez dike, distrê û guhdarî dike. Gelo çawa dibe evqas bi dorfirehî ev destan tê gotin û hezkirin!. Destana Dewrêşê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman tê zanîn. Li Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her zaravayî tê gotin. Evîna Dewrêşê Evdî û Edûleyê gelek balkêş û trajîk e; egîd û lehengê Milan Dewrêş Êzîdî ye û keça mîrê Milan Edûle jî Misliman e. Evîna Dewrêş û Edûlê li nav Kurdan gelek xweş tête zanîn. Gelek versiyonên wê hene, gelek dengbêj vê kilamê dibêjin. Wekî ku tête zanîn nivîskarê hêja Eyüp Kiran nivîskarê kitêbên wekî Milan Konfederasyonu, Pilingê Serhedê û Dewrêşê Evdî ye. Kitêba wî ya herî baş tê zanîn jî Dewrêşê Evdî ye. Eyüp Kiran ji Siwêrekê ye, ji eşîra Kejanê. Eşîra Kejan di bin konfederasyona Mîllî de cih girtiye. Eyüp Kiran eşîra xwe, eşîra Mîllî, deyşt û herêma Qerejdaxê tevan nas dike. Eşîra Mîlli eşîrekî Kurd e û bi nav û deng e û di nav Kurdan de gelek cih girtiye. Nivîskarê hêja bi lêgerînekê kûr û dirêj jiyan, evîn û têkoşîna Dewrêşê Evdî berhev kiriye. Çîrokên ku li heremê li ser “Dewrêşê Evdî” hatine gotin, kilamên ku hene li ser tevan xebitiye û di dîwanan de demên dirêj ev kilam guhdarî kirine. Pirtûka “Dewrêşê Evdî” çapa wê yekem çend sal berê ji hêla weşanxana Elmayê ve hatibû weşandin. Ev çapa duyem ji hêla zimanzan Zana Farqînî ve redaksiyona wê hatiye kirin. Kitêb jî bi çap û bergek gelek xweş hatiye çapkirin. Weşanxanê di dawiya kitêbê de ji bo kelîmeyên nayê zanîn 4 rûpel ferheng daye.