Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike.
Di sala 1989an de li gundê Farqînê yê Dêrûnê hatiye dinyayê. Şeva Dizên Solstîsê, kitêba wî ya ewil a çîrokan e.