Nûbihar 142: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
Ebook
96
Pages

About this ebook

Nûbihar

Jimar: 142

Zivistan 2018

***

Ji jimara 142yan merheba

Heft sal in li Sûriyê şer heye; dibêjin, heta niha vî şerê kambax li Efrînê tesîr nekiribû. Bi sedema ku ciheke ewle ye gelek kesan ji nava Sûriyê jî koçî vêderê kiribûn. Niha êdî Efrîn jî cihekî bi ewle nîne.

Eger pirsgirêka Kurdan bihata çareserkirin, ne çend meh berê Tirkiye li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdiket, ne jî îro mudaxeleyî Efrînê dikir.

Ji ber ku meseleya Kurdan çareser nekiriye ji hevaltiya wan bi guman û bi tirs e. Ne tenê Kurdên xwe, Kurdên dewletên din jî ji bo xwe tehlîke dibîne; roj tê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve, roj jî tê mudaxeleyî Efrînê dike.

Tirkiye dibêje, dema Kurdên derdora min mafê xwe bi dest bixin, di îdare û rêvebirinê de bi serkevin, ev serkeftin wê kêfa Kurdên min jî bîne û ji wan re bibe mînak.

Rayedarên Tirkiyê ji ber vê sebebê endîşe dikin; herweha ji ber vê endîşeyê nahêlin Kurdên li welatên derdorê jî ji vê rewşê xelas bibin û nefesê bistînin.

Dema rayedar ji kirinên xwe ewle bin, çima wê weha bifikirin?

Eger di parvekirina xizmet û nîmetan de edalet hebe, hemû reng û zimanên li welêt ji îdareyê memnûn bin, çima wê dewlet ji wan reng û dengên cûrbicûr bitirse?

Gotina kurt, Tirkiye naxwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike, nahêle Kurdên dewletên cîran jî li ser piyan bisekinin.

Lê bi metodên ku bi sedan caran hatine kirin ev mesele çareser nebûye û nabe jî.

Kurd ji berê ve bi ziman û çanda xwe li ser axa xwe ne. Meseleya wan jî ne tenê meseleya ewlehiyê ye; çi îdarî, çi çandî gelek tiştên li benda çareserkirinê hene.

Ji tund û zextên li ser Efrîn û Kurdên Iraqê ne tenê Kurd, biqasî wan Tirkiye jî zerarê dibîne…

Bi vê munasebetê, em careke din bibêjin, feydeya însanên vê coxrafyayê di şer de tuneye; em tev mecbûr in ku aştiyê bixwazin, tehemula hevûdu bikin û pevre bijîn…

***

Em ji Berken Bereh, Rohat Alakom, Murad Celalî, Seîd Veroj, Mustafa Dehqan (Werger: Talat İnanç), Şemoyê Memê, Ayhan Meretowar, Abdullah Can, Zîwer Îlhan, Meqbûle Menzûr (Werger: Shahînê Bekirê Soreklî), Nurullah Alkaç, Hanefi Taşkın, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmet Gemi, Nasır Kemaloğlu, M. Xalid Sadînî û Eskerê Boyîk (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin) re gelek spas dikin ku bi lêkolîn, çîrok, hevpeyvîn û bi ceribandinan ev jimar xemilandine…

Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizî Şîrazî (Werger: Hayrullah Acar), Narin Yukler, Sidîq Gorîcan, Johann Wolfgang von Goethe (Werger: Abdullah İncekan), Mewlûd Oguz, Dilşad Mutî, Merve Şivan, M.Zahir Ertekin, Yusif Hêşetî û Şahin Vural jî bi şi’rên xwe ked dane vê jimarê; mala tevan ava be dibêjim.

Heta jimareke din di nava xweşiyê de bin…

Süleyman Çevik


Rate this ebook

Tell us what you think.

Reading information

Smartphones and tablets
Install the Google Play Books app for Android and iPad/iPhone. It syncs automatically with your account and allows you to read online or offline wherever you are.
Laptops and computers
You can listen to audiobooks purchased on Google Play using your computer's web browser.
eReaders and other devices
To read on e-ink devices like Kobo eReaders, you'll need to download a file and transfer it to your device. Follow the detailed Help Center instructions to transfer the files to supported eReaders.