Nûbihar 149: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
Ebook
96
Pages

About this ebook

Nûbihar

Jimar: 149

Payîz 2019

***

Ji jimara 149an merheba!

Wekî her karî di weşangeriyê de jî, çi kovar, rojname û çi jî kitêb hin zehmetiyên xwe hene. Bi taybetî jî weşanên periyodîk yanê kovar û rojname bêhtir zehmet in.

Çawa meriv li erdeke beyar zad deyne û jê hilberîn û semereyek baş bipê zehmet e, ji weşangeriya Kurdî jî em nikarin payineke bi vî rengî bikin.

Rewşa Kurdan jixwe bi her awayî li ber çavan e. Ji alîkî ve kêmasiyên Kurdan, ji alîkî ve zext û zilma neyarên me, ji alîkî ve jî bi salan di çavê me de bêîtibarkirina hemû hêjayên me li holê ne. Di rewşeke weha de, meriv çawa dikare li hemberî van felaketan bisekine û helwestek xurt nîşan bide?

Hetanî her jimara kovarê digihêje ber destê we gelek zehmetî derdikevin pêşberî me. Bawer bikin derxistina her jimarek kovarê carina biqasî derxistina çend kitêban zehmet e. 

Eger însan, yanê xebatkar û pere hebin helbet ev kar jî rehet e. Lê eger herdu jî tune bin, wê wextê halê me ne tu hal e…

Lê zehmet be jî di dawiya her zehmetiyê de rehetiyek heye; dema meriv semereya zehmetiya xwe dibîne, gelek caran ew zehmetî jî bi meriv şêrîn tê…

***

Di vê jimarê de jî nivîs û helbestên hêja hene.

Nihat Gültekin di vê jimarê de li ser jiyana Celîlê Celîl nivîsek berfireh û têrtije nivîsiye. Nivîsên bi rengî gelek muhîm in; dewrekê ronî dikin, ne tenê jiyana şexsî ya însanekî ne, aliyê wan yê tarîxî jî heye. Jiyana malbata wan e, parçeyek ji tarîxa herêma wan û ya milletekî ye. Jixwe heta ji me tê gelek caran em cih didin nivîsên bi vî rengî…


Salihê Kevirbirî karekî gelek hêja kiriye ji bo me. Michael Chyet ku heta niha ji bo zimanê Kurdî xizmetên baş kirine, kiriye mîvanê vê jimara dawîn. 

Rohat Alakom çîrokek Soranî ku li ser serhildana Agiriyê, di sala 1960î de ku ji aliyê Kawus Qaftan ve hatiye nivîsandin bi Ziya Avci daye wergerandin î Kurmancî, digel nivîsa xwe ev metn jî di nivîsa xwe de daye…

Jixwe bala we jî kişandiye, Murad Celalî demeke dirêj e di hin xebatên berê de li ser şopa Kurdan digere; di vê jimarê de jî ger û xebata leşker û nivîskarê Alman Helmut Von Moltke kiriye mijara nivîsa xwe.

Ali Karadeniz di vê jimarê de li ser çîrokên Enwer Karahan nivîsiye.

Shahînê Bekirê Sorekli jî bi çîrokek bi navê “Profesor û Rihrengîn” di vê jimarê de cih girtiye.

Demeke berê Weqfa Mezopotamyayê bi navê “Rêberê Rastnivîsê” ku ji aliyê komxebatekê ve amade bûye weşand. Yaşar Eroğlu jî di nivîsa xwe de ev xebata girîng nirxandiye. 

Wekî din kesên bi nivîs û kurteçîrokên xwe di vê jimarê de cih digrin ev in: Xweşmêr, Abdullah Can, M. Xalid Sadînî, Mahsûn Reşçelan, Mustafa Dehqan (werger: M. Ş. Filiz), Evdî Hesqera û Selimê Ahmed.

Bi şi’rên xwe jî Hafizê Şîrazî (werger: A. Acar), Rojen Barnas, M. Zahir Ertekin, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî (werger: A. Acar), Ingeborg Bachmann (werger: A. İncekan), Ahmed Arif (werger: T. İnanç), Firat Keklik, Ebdulqadir Kızılkaya, Bedirxan Epözdemir, Hengov, Sidîq Gorîcan û Suat Baran ev jimar xemilandine.

Heta jimarek din bi xatirê we…

Süleyman Çevik

Rate this ebook

Tell us what you think.

Reading information

Smartphones and tablets
Install the Google Play Books app for Android and iPad/iPhone. It syncs automatically with your account and allows you to read online or offline wherever you are.
Laptops and computers
You can listen to audiobooks purchased on Google Play using your computer's web browser.
eReaders and other devices
To read on e-ink devices like Kobo eReaders, you'll need to download a file and transfer it to your device. Follow the detailed Help Center instructions to transfer the files to supported eReaders.