Nûbihar 150: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
Ebook
96
Pages

About this ebook

Nûbihar

Jimar 150

Zivistan 2020

***

Ji jimara 150î merheba!

Kovara Nûbiharê êdî 28 salî ye. Weşanxana Nûbiharê jî ku 7 meh beriya kovarê ava bûye, ew jî di Adara 2020an de dikeve 29 saliya xwe.

Ewqas sal bi zimanê Kurdî, ji bo me tiştek gelek girîng e; dizanim ev xebat ji bo nivîskar û xwendevanên me jî weha ye. Dema wext tê dibêjim: Weşangeriya Kurdî li Tirkiyê gellek zehmet e; ji alîkî ve rewşa aboriyê, ji alîkî ve jî pêşdaraziyên li hember meseleya Kurdan karê me tim û tim zehmet kirine. Lê meşandina karê Nûbiharê eşq e; kesên ku keda xwe kirine vê xebatê di çavê me de gelek bi qîmet in; careke din ji wan dost û hevalan rica dikim ku ji vir pêve jî li Nûbiharê xwedî derkevin.

***

Di vê jimarê de jî digel nivîsên lêkolîn, çîrok û helbestan dîsa hevpeyvînek heye.

Edîtorê me yê helbestê Berken Bereh li ser estetîka şi’rê sekiniye û ji rêzikên çend şairan nimûne dane.

Rohat Alakom li ser du heyranên Selahaddîn Eyûbî yên Sedsala 14an, Dante û Boccaccio nivîsiye.

Murad Celalî derbarê jiyan, nivîskarî û berhemên Fêrîkê Ûsiv de nivîsiye.

Abdullah İncekan gerrek li Kurdistana Başur kiriye û zimanekî hestyar behsa bajaran, koçberên li Şengalê û seredanên xwe kiriye.

Konê Reş warê Newala Sisebanê kiriye mijara nivîsa xwe û dibêje, Newala Sîsebanê li Nisêbînê ye.

Şemoyê Memê di nivîsa xwe de di berhemên Emerikê Serdar de li ser temaya “dê” û “kur” sekiniye.

Bîst sal berê kesên bêbext Mela Îzzeddîn Yıldırım û Said Avcı revandin û qetil kirin; M. Rauf Çiçek bi munasebeta salvegera şehîdkirina wan li ser M. Îzzeddîn Yıldırım nivîsiye.

Di 20ê Kanûnê 2020an de li Qazakîstanê bi munasebata 100 saliya nivîskar û rojnameger Eliyê Evdirehman civînek navnetewî çêbû. Li civînê Serokê Yekîtiya Kurdên Qazakîstanê-Berbangê Kinyazê Îbrahîm û nivîskar Salihê Kevirbirî jî axaftin kirin, metnê wan axaftinên wan jî di vê jimarê de cih digrin.

Ehmed Seyarî ji aliyê binyad ziman û teknîkên vegotinê ve tehlîla romana Erebê Şemo Dimdimê kiriye.

Abdusselam Akıncı bi navê “Keça Axê” metnê kilamekê nivîsiye; û dixwaze dengbêj deng û meqam bidine vê kilamê û çanda me ya qedîm rabe ser piyan, geş bibe û bilind bibe. Divê bibêjim ku ev awa di çanda dengbejiyê tişteke nû ye.

Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gültekin bi nivîskar Receb Dildar re kiriye. Gültekin pirs kiriye, Dildar jî behsa nivîskarî, xwendin û kitêbên xwe kiriye.

Rojen Barnas di vê jimarê de jî bi du şi’rên xwe tevlî jimara nû bûye.

Ö. Faruk Çetinkaplan qesîdeyek M. Cizîrî ji Kurmancî kiriye Dimilî/Kirmanckî…

Wekî din, Hêmin Omar Ahmad, Shahîn Bekir Soreklî, Abdullah Can, Mele Mihemed Kêrsî, Nesim Sönmez, Mahmûdê Hesbêra û Evdî Hesqera bi nivîs û kurteçîrokên xwe di vê jimarê de cih girtine.

Berken Bereh, Heinrich Heine (werger: A. İncekan), Evdilxaliqê Îsa, Furûx Ferroxzad (werger: M. Reşçelan), Hafizê Şîrazî (werger: A. Acar), Felat Dilgeş, Talat İnanç, Bamed Serdar, Sidîq Gorîcan, Dilazad A.R.T, Qedrî Sîpranî, Mihemedê Xarpêtî û M. Muhemed Gulnar (Veguhastin: Sîpanî) jî şairên vê jimarê ne…

Heta jimareke din bi xatirê we…

Süleyman Çevik

Rate this ebook

Tell us what you think.

Reading information

Smartphones and tablets
Install the Google Play Books app for Android and iPad/iPhone. It syncs automatically with your account and allows you to read online or offline wherever you are.
Laptops and computers
You can listen to audiobooks purchased on Google Play using your computer's web browser.
eReaders and other devices
To read on e-ink devices like Kobo eReaders, you'll need to download a file and transfer it to your device. Follow the detailed Help Center instructions to transfer the files to supported eReaders.