Nûbihar 136: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
3,0
1 bài đánh giá
Sách điện tử
96
Trang

Giới thiệu về sách điện tử này

Dema em Cîhana Rojhilat û Cîhana Rojava ji aliyê îdarî û siyasî ve qiyas dikin di navbera her du dunyayan de ferqeke mezin derdikeve pêşberî me. Li Ewrûpayê rejîm û sîstem rûniştî ne; hilbijartinên serbest dibin, parlementoyên ku xelk tê de temsîl dibe hene û dewlet ji bo ku ji gel re xizmetê bike heye.

Li welatên Rojhilat û Rojhilata Navîn, bi gotineke din, di Cîhana Îslamî de jiyaneke weha tuneye. Ji vê sedemê ye ku gelek însan ji nav me diçin Ewrûpayê, li heqê xwe digerin; bi hezaran multeciyên Cîhana Îslamî jî xwe davêjin bextê Ewrûpayiyan.

Em heqê Tirkiyê nexwin; Tirkiye hem dewleteke Ewrûpayî ye, hem jî dewleteke Cîhana Rojhilat e. Dewleteke Ewrûpayî ye; hilbijartin dibin, sîstema parlementeriyê dişixule û ji aliyê îdareyê ve dişibe Ewrûpayê. Ji aliyê din ve dewletek Cîhana Rojhilat e; ji ber vê sedemê ye ku di hilbijartinan de benda %10î heye û îdare bi awayekî îdeolojîk dimeşe û di roja îro de esker dikarin teşebusî derbeyeke eskerî bikin.

15 Tîrmehê li Tirkiyê careke din teşebusa derbeyeke eskerî pêk hat. Lê elhemdullîlah derbe bi ser neket. Xwedê neke, eger darbe bi ser biketa, dê jiyan li temamê muxalifan bibûya jehr.

Em vê rewşê, ji derbeyên ku çend caran di tarîxa Tirkiyê de bi ser ketine dizanin. Her derbeyê li pey xwe gelek trajedî hiştine û bi salan jiyana însanan perîşan kiriye. Azadiya fikrî ji holê rakiriye; partî hatine girtin, rojname û kovar rastî sansurê hatine, parastina heq û huqûqên însanan ji holê rabûye… 

Di îdara eskeran de her carê temamê welat bûye girtîgeh.

Qet şik û guman tuneye ku îdareya ku bi reyên xelkê hatiye îqtidarê, di her şert û mercî de ji îdara eskeran gelek çêtir e. Ji ber vê ye ku em ji kîjan fikr û ramanî bin, em ji kîjan nijadî bin û em ji kîjan welatî bin divê em bi hemî quweta xwe li dijî derbeyê derkevin.

Em hêvîdar in di roja îro de aştî û sukûnet li welatê me Kurdan jî peyda bibe.

Gelê Tirk jî xwedî çi fikrî dibe bila bibe, bila destê xwe deyne ser wijdana xwe, êşa Roboskî û bombebaranên li ser Kurdan yên bi vî rengî fêm bike...

Ev yekem car bû ku teyare û helîkopterên Tirkiyê, li ser gelê Tirk gule û bombe barandin. Eskerên ku li ser gelê xwe weha bi rehetî bombeyan dibarînin, dema mesele Kurd bin, heta niha çi kirine û dikin jixwe em dizanin.

Süleyman Çevik

Xếp hạng và đánh giá

3,0
1 bài đánh giá

Xếp hạng sách điện tử này

Cho chúng tôi biết suy nghĩ của bạn.

Đọc thông tin

Điện thoại thông minh và máy tính bảng
Cài đặt ứng dụng Google Play Sách cho AndroidiPad/iPhone. Ứng dụng sẽ tự động đồng bộ hóa với tài khoản của bạn và cho phép bạn đọc trực tuyến hoặc ngoại tuyến dù cho bạn ở đâu.
Máy tính xách tay và máy tính
Bạn có thể nghe các sách nói đã mua trên Google Play thông qua trình duyệt web trên máy tính.
Thiết bị đọc sách điện tử và các thiết bị khác
Để đọc trên thiết bị e-ink như máy đọc sách điện tử Kobo, bạn sẽ cần tải tệp xuống và chuyển tệp đó sang thiết bị của mình. Hãy làm theo hướng dẫn chi tiết trong Trung tâm trợ giúp để chuyển tệp sang máy đọc sách điện tử được hỗ trợ.