Nûbihar 153: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
5,0
1 koment
Libër elektronik
96
Faqe

Rreth këtij libri elektronik

Nûbihar 153

Payîz 2020

***

Ji jimara 153yan merheba

Mixabin ji bela ku nexweşiya şewba koronayê zêde bûye û hinek nas û dostên me li pey hev wefat kirine ezê di vê jimarê de jî behsa wê bikim.

Me di dawiya vê jimarê de taziya pênc kesan daye.

Prof. Dr. Abdulbaki Turan nivîskarê kitêba Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhi; Mela Husameddîn jî (Pîrê Kal), nivîskarê Tûrikê Pîrê Kal bû.

Ev herdu nivîskarên me hevalên hev yê salan bûn; eynî rojê, li eynî nexweşxanê wefat kirin û li eynî goristanê hatin definkirin.

Zemanekî hinek melayên welat saetçêker bûn. Pîrê Kal di tamîra saetan de “pîrê” hinek kesan bû; ewî ew hîn kiribûn.

Prof. Dr. Abdulbaki Turan heyranê Melayê Cizîrî bû. Çend sal berê li fuara Diyarbekirê, li ser Melayê Cizîrî û Dîwana wî xeberdanek mukemel kiribû; dema mijar vedibe, ez daîmî behsa wê xeberdanê dikim.

Mela Ebdurrehmanê Gundikê Melê, jixwe ji navê wî diyar e ji Gundikê Melê bû. Gundikê Melê gundekî li ser Şirnexê ye; Seyda xwedîmedrese bû, gelek kesan li ber destê wî xwendibû; bi salan dersa feqiyan da, ilim belav kir.

Seydayê Mela Nureddîn bi navê xwe yê dengbêjiyê “Nuroyê Meter”, ji maleke malmela bû; di warê dengbêjiyê de gelek nav dabû, şan û şohreta wî zêde bûbû; lê wî dengbêjî berda, medrese vekir, bi salan dersa feqiyan da.

Derwêşê Sado, nifşên îro navê “Bişar” çiqas dizanin nizanim, neviyê Bişarê Çeto bû. Ahmet Aras di vê jimarê de li ser wî nivîsiye. Bi uslûba xwe ya rewan kek Ahmet behsa wî û hin mijarên din dike.

Çi bibêjim, mirin heqîqetek jiyanê ye, lê tehl e. Xweda rehma xwe li miriyên me tevan bike.

***

Ev jimara me jî bi gelek nivîs û helbestên hêja derketiye.

Rohat Alakom Konferansa Kurdnasiyê ya ku di sala 1934an de li Erîvanê çêbûye nivîsiye.

Roşan Lezgîn bi Dimilî/Kirmanckî li ser kilama Ehmedê Huseynî nivîsiye. Ehmedê Huseynî navê wî gelek belav dibe, lê di sala 1933yan de tê kuştin. Li ser wî kilam çêdibe. Roşan Lezgîn behsa demê kiriye, metnê kilamê daye û ferheng û not li nivîsa xwe zêde kirine.

Malbata Fanîzedeyan ji Silêmaniyê ye; ji ber îskana mecbûrî koçê herêma Edenê kiriye. Ji vê malbatê Elî Îlmî Fanî di sazî û komelên Kurdan de gelek çalak bûye; li Edenê rojnameya Ferdayê derxistiye. Seîd Veroj vî kesê veşartî ji quncikên dîwaran derdixîne meydanê.

Murad Celalî di romana James Justinian Morier ya bi navê Macerayên Hecî Babayê Îsfehanî de Kurd û Kurdistan kiriye mijara nivîsa xwe.

Perwîz Cîhanî di vê jimarê de helbesteke Axaokê Bêdarî ku di jimara 151an de weşiyabû şirove dike û tîpguheziya wê jî rexne kiriye.

Abdullah Can di pêkenokên Nasreddîn Xoce yên aîdê sala 1926an de rastî navê Kurdan hatiye û ev tişt kiriye mijara nivîsa xwe.

Metin Yüksel danasîna bernameya Qelenderxanê kiriye. Ev bername li ser helbestê bû û 3 salan di televîzyona Kurdistan24ê de hatibû ser ekranê.

Demek berê bi navê “Hêliya Heqîqetê, Xatireyên Heyatê” bîranînên Mela Husnî Hezîn derketin. Rahmetullah Karakaya ev kitêba hêja daye nasandin.

Di vê jimarê de du hevpeyvîn hene: Nihat Gültekin bi Cemîla Celîl re, Kamil Basirgan jî bi Abdullah İncekan re peviviye.

Wekî din di vê jimarê de berhemên van kesan weşiyane: Rojen Barnas, Berken Bereh, Qedrî Sipranî, Se’diyê Şîrazî, Kevok Mizgîn, Melayê Cizîrî, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Tengezar Marînî, Rûbar Elî, Evdilxaliqê Îsa, Mela Muhemmed Gulnar, Bamed Serdar, Talat İnanç, Occo Mahabad, Molla Surûrî Efendî, Hanifi Taşkın, Yusif Hêşetî, Nasır Kemaloğlu, Fuzûlî, Yılmaz Budancamanak, Frazê Xoytî û Receb Dildar.

Bimînin di xweşiyê de.

Süleyman Çevik

Vlerësime dhe komente

5,0
1 koment

Vlerëso këtë libër elektronik

Na trego se çfarë mendon.

Informacione për leximin

Telefona inteligjentë dhe tabletë
Instalo aplikacionin "Librat e Google Play" për Android dhe iPad/iPhone. Ai sinkronizohet automatikisht me llogarinë tënde dhe të lejon të lexosh online dhe offline kudo që të ndodhesh.
Laptopë dhe kompjuterë
Mund të dëgjosh librat me audio të blerë në Google Play duke përdorur shfletuesin e uebit të kompjuterit.
Lexuesit elektronikë dhe pajisjet e tjera
Për të lexuar në pajisjet me bojë elektronike si p.sh. lexuesit e librave elektronikë Kobo, do të të duhet të shkarkosh një skedar dhe ta transferosh atë te pajisja jote. Ndiq udhëzimet e detajuara në Qendrën e ndihmës për të transferuar skedarët te lexuesit e mbështetur të librave elektronikë.