Jimar: 141
Payîz 2017
***
Ji jimara 141ê merheba!
Li welatên pêşketî û demokrat, çi ji bo çêkirin û guhertina qanûnan, çi ji bo pêşerojê û çi jî li ser meseleyên îdarî sîstema dewletê destûr dide ku xelk here ser sendoqê û gotina dawîn xelk bibêje.
Ev rêya maqûl û însanî, bi referandûmê welatiyan dike mudaxîl û şirîkê îdareyê û ji me re dibêje ku li wî welatî demokrasiyê cihê xwe girtiye.
Kurdan jî 25ê Îlonê, di atmosfereke rehet de, di nava aştiyê de referandûmeke demokratîk çêkirin û ji %93yê dengdêran jî ji serxwebûnê re “erê” gotin.
Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lê Kurdan rabûn referandûm çêkirin û dengê xwe ji bo serxwebûnê dan.
Paşê hûn dizanin çi bû; ji her alî ve nîfaq û fesadî xistine navbera me û ev sekna me bêmane kirin.
Helwesta Tirkiyê û Îranê ji bo her Kurdê dunyayê birîneke mayende ye.
Li şûna me, milletek din ev referandûma bikira, jixwe tu qiyamet ranedibû.
Bi van gotinan naxwazim Kurdan ji xeta û qisûran paqij bikim.
Lê bila ji Kurdan tu kes, li ser mexlûbiyeta hinekên din ji xwe re li feydeyekê negere.
Îxanet jî, mexlûbiyet jî kêmasiya me ye.
Çima emê îxanet bikin, çima emê mexlûb bibin? Çareya vê çi ye, em lê bigerin.
Berê jî gelek caran em ketine û rabûne. Sibehê çi firset wê derkevin pêşiya me, em nizanin. Kurd milletek qedîm yê vê coxrafyayê ne; her cara ku em ketine ji berê xurttir rabûne.
Dixwazim balê bikşînim ser çend maddeyan:
1-Me careke din dît ku dewletên dora Kurdan dijminê hev bin jî, li ser meseleya Kurdan di navbera wan de îtîfaqek ebedî heye. Dewletên dunyayê jî eger ji dostaniyê, eger ji menfîetê li şûna Tirk, Faris û Ereban îro Kurdan tercîh nakin.
2-Me careke din dît ku “kurmê darê ne ji darê be, zewala wê tuneye.” Wekî gelek caran îro jî em bi darbeya dijmin mexlûb nebûne.
3-Rast e, me kesî ewqas bertek nedipa; lê dibêjin, herkes li benda êrîşek weha bû, wê wextê çima rayedarên Kurdistanê tedbîr negirtin?
4-Madem em dewletê ava dikin, di kîjan dewletê de du artêş hene? Çima heta niha we pêşmergeyên xwe nekirine yek?
5-Divê Kurd weke millet bifikirin. Heta nebin millet, xêra hevudu nexwazin û yekîtiya xwe çênekin bi ser nakevin, dunya jî qîmetê nade wan.
***
Bi çend gotinan behsa vê jimarê jî bikim.
Piştî ku Berken Bereh edîtoriya helbestên me dike, qalîteyek aniye helbestên kovarê. Ji ber keda wî em jê re spasdar in.
Edîtorê me yê helbestê Berken Bereh di nivîsa xwe ya hêja de behsa şaîrên vê jimarê kiriye, ez jî hem ji wan re, hem jî ji rêzdar; Mustafa Dehqan (werger: Mehmet Şirin Filiz), Murad Celalî, Adar Jiyan, Mesûd Serfiraz, Bahadîn Hawar Kerboranî-Emrullah Deniz, Nihat Öner, Maruf Xeznedar (werger: Ziya Avci), Cîhan Roj, Shahin Bekir Soreklî, Abdullah Can, Nejla Sado, Besra Pîranî, Yasîn Osman Hesen (werger: Mehmet Yıldırımçakar), Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra û Hanefi Taşkın re spasî û malavayî dikim ku bi nivîsên xwe ev jimara Nûbiharê dewlemend kirine.
Çêkerê hevpeyvîna vê jimarê dîsa Nihad Gültekin e. Nihad Gültekin bi rojhilatzan, hunermend Aslîka Qadir re hevpeyvînek xweş çêkiriye.
Heta jimarek din bimînin di xêr û xweşiyê de…
Süleyman Çevik