Nûbihar 141: Kovara çandß, hunerß, edebß

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURÄ°ZM VE DIƞ TÄ°CARET LÄ°MÄ°TED ƞİRKETÄ°
၅.၀
သုံသသပá€șချကá€ș 1
E-စာအုပá€ș
96
မျကá€șá€”á€Ÿá€Ź

က E-စာအုပá€șá€Ąá€€á€Œá€±á€Źá€„á€șှ

Nûbihar

Jimar: 141

PayĂźz 2017

***

Ji jimara 141ĂȘ merheba!

Li welatĂȘn pĂȘƟketĂź Ă» demokrat, çi ji bo çĂȘkirin Ă» guhertina qanĂ»nan, çi ji bo pĂȘƟerojĂȘ Ă» çi jĂź li ser meseleyĂȘn ĂźdarĂź sĂźstema dewletĂȘ destĂ»r dide ku xelk here ser sendoqĂȘ Ă» gotina dawĂźn xelk bibĂȘje.

Ev rĂȘya maqĂ»l Ă» ĂźnsanĂź, bi referandĂ»mĂȘ welatiyan dike mudaxĂźl Ă» ƟirĂźkĂȘ ĂźdareyĂȘ Ă» ji me re dibĂȘje ku li wĂź welatĂź demokrasiyĂȘ cihĂȘ xwe girtiye.

Kurdan jĂź 25ĂȘ ÎlonĂȘ, di atmosfereke rehet de, di nava aƟtiyĂȘ de referandĂ»meke demokratĂźk çĂȘkirin Ă» ji %93yĂȘ dengdĂȘran jĂź ji serxwebĂ»nĂȘ re “erĂȘ” gotin.

Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lĂȘ Kurdan rabĂ»n referandĂ»m çĂȘkirin Ă» dengĂȘ xwe ji bo serxwebĂ»nĂȘ dan.

PaƟĂȘ hĂ»n dizanin çi bĂ»; ji her alĂź ve nĂźfaq Ă» fesadĂź xistine navbera me Ă» ev sekna me bĂȘmane kirin.

Helwesta TirkiyĂȘ Ă» ÎranĂȘ ji bo her KurdĂȘ dunyayĂȘ birĂźneke mayende ye.

Li ĆŸĂ»na me, milletek din ev referandĂ»ma bikira, jixwe tu qiyamet ranedibĂ».

Bi van gotinan naxwazim Kurdan ji xeta û qisûran paqij bikim.

LĂȘ bila ji Kurdan tu kes, li ser mexlĂ»biyeta hinekĂȘn din ji xwe re li feydeyekĂȘ negere.

Îxanet jĂź, mexlĂ»biyet jĂź kĂȘmasiya me ye.

Çima emĂȘ Ăźxanet bikin, çima emĂȘ mexlĂ»b bibin? Çareya vĂȘ çi ye, em lĂȘ bigerin.

BerĂȘ jĂź gelek caran em ketine Ă» rabĂ»ne. SibehĂȘ çi firset wĂȘ derkevin pĂȘƟiya me, em nizanin. Kurd milletek qedĂźm yĂȘ vĂȘ coxrafyayĂȘ ne; her cara ku em ketine ji berĂȘ xurttir rabĂ»ne.

Dixwazim balĂȘ bikƟünim ser çend maddeyan:

1-Me careke din dĂźt ku dewletĂȘn dora Kurdan dijminĂȘ hev bin jĂź, li ser meseleya Kurdan di navbera wan de ĂźtĂźfaqek ebedĂź heye. DewletĂȘn dunyayĂȘ jĂź eger ji dostaniyĂȘ, eger ji menfĂźetĂȘ li ĆŸĂ»na Tirk, Faris Ă» Ereban Ăźro Kurdan tercĂźh nakin.

2-Me careke din dĂźt ku “kurmĂȘ darĂȘ ne ji darĂȘ be, zewala wĂȘ tuneye.” WekĂź gelek caran Ăźro jĂź em bi darbeya dijmin mexlĂ»b nebĂ»ne.

3-Rast e, me kesĂź ewqas bertek nedipa; lĂȘ dibĂȘjin, herkes li benda ĂȘrüƟek weha bĂ», wĂȘ wextĂȘ çima rayedarĂȘn KurdistanĂȘ tedbĂźr negirtin?

4-Madem em dewletĂȘ ava dikin, di kĂźjan dewletĂȘ de du artĂȘƟ hene? Çima heta niha we pĂȘƟmergeyĂȘn xwe nekirine yek?

5-DivĂȘ Kurd weke millet bifikirin. Heta nebin millet, xĂȘra hevudu nexwazin Ă» yekĂźtiya xwe çĂȘnekin bi ser nakevin, dunya jĂź qĂźmetĂȘ nade wan.

***

Bi çend gotinan behsa vĂȘ jimarĂȘ jĂź bikim.

PiƟtĂź ku Berken Bereh edĂźtoriya helbestĂȘn me dike, qalĂźteyek aniye helbestĂȘn kovarĂȘ. Ji ber keda wĂź em jĂȘ re spasdar in. 

EdĂźtorĂȘ me yĂȘ helbestĂȘ Berken Bereh di nivĂźsa xwe ya hĂȘja de behsa ƟaĂźrĂȘn vĂȘ jimarĂȘ kiriye, ez jĂź hem ji wan re, hem jĂź ji rĂȘzdar; Mustafa Dehqan (werger: Mehmet ƞirin Filiz), Murad CelalĂź, Adar Jiyan, MesĂ»d Serfiraz, BahadĂźn Hawar KerboranĂź-Emrullah Deniz, Nihat Öner, Maruf Xeznedar (werger: Ziya Avci), CĂźhan Roj, Shahin Bekir SoreklĂź, Abdullah Can, Nejla Sado, Besra PĂźranĂź, YasĂźn Osman Hesen (werger: Mehmet Yıldırımçakar), EvdĂź Hesqera-MahmĂ»dĂȘ HesbĂȘra Ă» Hanefi TaƟkın re spasĂź Ă» malavayĂź dikim ku bi nivĂźsĂȘn xwe ev jimara NĂ»biharĂȘ dewlemend kirine.

ÇĂȘkerĂȘ hevpeyvĂźna vĂȘ jimarĂȘ dĂźsa Nihad GĂŒltekin e. Nihad GĂŒltekin bi rojhilatzan, hunermend AslĂźka Qadir re hevpeyvĂźnek xweƟ çĂȘkiriye.

Heta jimarek din bimĂźnin di xĂȘr Ă» xweƟiyĂȘ de


SĂŒleyman Çevik

ဥဆင့á€șသတá€șမဟတá€șခဌငá€șှ၊ သုံသသပá€șခဌငá€șှ

၅.၀
သုံသသပá€șချကá€ș 1

က E-စာအုပá€șကို ဥဆင့á€șသတá€șမဟတá€șပါ

သင့á€șá€Ąá€™á€Œá€„á€șကို á€•á€Œá€±á€Źá€•á€Œá€•á€«á‹

သတငá€șသဥချကá€șအလကá€ș ဖတá€șနေသညá€ș

စမတá€șဖုနá€șá€žá€™á€»á€Źá€žá€”á€Ÿá€„á€·á€ș တကá€șဘလကá€șမျဏသ
Android နဟင့á€ș iPad/iPhone á€á€­á€Żá€·á€Ąá€á€œá€€á€ș Google Play Books အကá€șပá€ș ကို ထည့á€șသလငá€șသပါ။ ၎ငá€șှသညá€ș သင့á€șဥကေဏင့á€șနဟင့á€ș á€Ąá€œá€­á€Żá€Ąá€œá€»á€±á€Źá€€á€ș စင့á€șခá€șလုပá€șá€•á€±á€žá€•á€Œá€źá€ž á€”á€±á€›á€Źá€™á€›á€œá€±á€ž á€Ąá€œá€”á€șလိုငá€șသတလငá€șဖဌစá€șစေ á€žá€­á€Żá€·á€™á€Ÿá€Żá€á€ș ဥေဏ့ဖá€șလိုငá€șသတလငá€șဖဌစá€șစေ ဖတá€șá€›á€Ÿá€Żá€á€œá€„á€·á€șရရဟိစေပါသညá€ș။
လကá€șတေဏ့ပá€șá€™á€»á€Źá€žá€”á€Ÿá€„á€·á€ș ကလနá€șပျူတဏမျဏသ
Google Play မဟတစá€șဆင့á€ș ဝယá€șယူထဏသသေဏ ဥေဏá€șဒြယိုစာအုပá€șမျဏသဥဏသ သင့á€șကလနá€șá€•á€»á€°á€á€Źá ဝဘá€șá€˜á€›á€±á€Źá€„á€șဇာကို á€Ąá€žá€Żá€¶á€žá€•á€Œá€Żá နာှဆငá€șနိုငá€șပါသညá€ș။
eReaders နဟင့á€ș á€Ąá€á€Œá€Źá€žá€€á€­á€›á€­á€šá€Źá€™á€»á€Źá€ž
Kobo eReader မျဏသကá€Č့သို့ e-ink စကá€șပစá€čစညá€șသပေါá€șတလငá€ș ဖတá€șá€›á€Ÿá€Żá€›á€”á€ș ဖိုငá€șကို ဒေါငá€șှလုဒá€șလုပá€șá€•á€Œá€źá€ž သင့á€șစကá€șထá€Čသို့ လလဟá€Čá€•á€Œá€±á€Źá€„á€șသပေသရမညá€ș။ ထေဏကá€șပံ့ထဏသသည့á€ș eReader မျဏသသို့ ဖိုငá€șမျဏသကို လလဟá€Čá€•á€Œá€±á€Źá€„á€șှရနá€ș á€€á€°á€Šá€źá€›á€±á€žá€Œá€Źá€” ဥသေသစိတá€ș ညလဟနá€șá€€á€Œá€Źá€žá€á€»á€€á€șမျဏသဥတိုငá€șှ လုပá€șဆေဏငá€șပါ။