Jimar: 147
Bihar 2019
***
Bi jimara 147an merheba
Nûbiharê heta niha 22 cildên xwe temam kirine, ev jimara 147an jî aîdê cildê 23yan e. Mixabin cildên 1, 2, 3, 4, 5 û 7an di destê me de nemane; fasîkulên 19, 20, 21 û 22yan jî ji ber rewşa aboriyê me nekariye cild bikin. Hêvîdar im rojek ew îmkan çêbibe, em bikaribin hemû cildên Nûbiharê temam bikin. Her cild nêzikî 400 rûpelî ye, tev bi hezaran rûpelên Kurdî dikin.
***
Di vê jimarê de Murad Celalî îjar di seyahetnameya Marko Polo de li pey şopa Kurdan ketiye.
Ahmet Aras di nivîsa xwe de, behsa eşîra xwe Şadiyan û malbata xwe dike û avakirina Millî Şûra Sariqamîş û Qaqizmanê kiriye mijara nivîsa xwe.
M. Zahir Ertekin Mela Îmadeddînê Reşpojanî bi berhem û xebatên wî dide nasandin.
Rohat Alakom romana Receb Dildar Leqat ku li dor mijara hereketa Şêx Seîd Efendî digere di vê jimarê de dide nasandin.
Ahmet Seyarî ji aliyê tema, ziman û hunerê ve li ser mersiyeyên M. Zahirê Tendûrekî sekiniye.
Di vê jimarê de Nevzat Eminoğlu jî pêşniyarên Rêbera Rastnivîsînê ya ku Weqfa Mezopotamyayê weşandiye dinirxîne.
Lokman Kalan di devoka Torê/Tûrabidînê de rêjeya dengan kiriye mijara nivîsa xwe.
Nihad Gültekin hevpeyvîna vê jimarê îjar bi nivîskar û şair Hinara Tajdîn re kiriye.
Wekî din, bi nivîs û kurteçîrokên xwe Berken Bereh, Shahîn Bekir Soreklî, Abdullah Can, Receb Dildar, Hanifi Taşkın, Serdar Şengül, Dilazad A.R.T, Baba Muqaddem, Evdî Hesqera, Mihemedê Xarpêtî û Paşa Amedî di vê jimarê de cih girtine.
Bi şi’rên xwe jî Rojen Barnas, Berken Bereh, Nîzar Qabanî, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, Pablo Neruda, Mele Siracedînê Xelîlî, Mela Muhemed Gulnar, Hebûn Dorikî, Mewlana Celaleddînê Romî û Johann Wolfgang von Goethe ev jimar xemilandine.
Notek: Di jimareke pêş de em dixwazin li ser Edebiyata Zarokan dosyayekê amade bikin, kesên dixwazin tevlî vê dosyayê bibin ji kerema xwe nivîsên xwe bişînin vê mailê: nubihar@gmail.com
***
Li ser wefata bavê min: Amadekirina vê jimarê ji bo min gelek zehmet bû. Di 12ê Nîsana 2019an de, li Diyarbekirê bavê min wefat kir. Zeman çawa tiştên nû bi xwe re û tîne dike hevparê jiyana me, hin tiştan jî ji me distîne. Di rewşeke weha de meriv bêçare ye, nizane li ser mirina bavê xwe çi bibêje…
Bavê min şair û nivîskar bû. Heta niha hinek şi’rên wî di jimarên Nûbiharê de weşiyane. Kitêbeke wî bi Tirkî weşiyayî ye. Gelek şi’rên wî bi Tirkî û Kurdî hene, ew jî neweşiyane.
Ji kesên hatin şîna me re, kesên li ser medya civakî êşa me parve kirin, kesên telefon kirin, peyam şandin, bi taybetî jî merivên zehmet kirin ji deverên dûr hatin û êşa me kêm kirin… Li ser navê malbata xwe, ji we dost û hevalên hêja re gelek spas dikim… Xweda ji we razî be, hûn her hebin, mala we tevan ava be!
Bimînin di nav xêr û xweşiyê de…
Süleyman Çevik