Nûbihar 148: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
ebook
96
Σελίδες

Σχετικά με το ebook

Nûbihar

Jimar 148

Havîn 2019

***

Bi jimara 148an merheba!

Her çiqas heta niha gelek karên hêja hatibin kirin jî bi potansiyela xwe ya îro em dikarin hê gelek karên baştir bikin. Ji aboriyê bigire hetanî kêmasiya qedroyên gihiştî astengî gelek in li pêş me, lê digel wê jî em dikarin hejmarên dewlemendtir û xweşiktir amade bikin.

Mala we nivîskarên hêja ava be hûn bi nivîsên xwe, bi keda xwe ya pîroz destek didine Nûbiharê. Her jimareke me bi nivîsên we dixemile û bi nivîsên we yên cûrbecûr Nûbihar digihêje xwendevanan.

Ji ber vê dixwazim li ser nivîsên ji me re tên çend gotinan bikim. Wekî em dizanin, dema hin nivîs bi wêne û belgeyan biweşin, nivîs bêhtir bi qîmet dibe û nivîskar jî fikr, peyam û tezên xwe baştir bi delîlan dikare îfade bike…

Rîcayek me ji we nivîskarên hêja heye: Dema hûn nivîsa xwe dişînin eger li cem we bi nivîsê ve aleqedar belge û foto hebin, ji kerema xwe digel nivîsa xwe wan foto û belgeyan jî xweşik scan bikin û bi rêya mailê bişînin. Li ser medya civakî neşînin, lewra otomotîkmen kalîteya wan belgeyana kêm dibe, ji ber vê di çapê de xweşik dernakevin.

***

Di vê jimara Nûbiharê de dîsa wekî her car digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan hevpeyvînek jî heye.

Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Bi baweriya min, Ahmed Ramiz pîrê me weşangerên Kurd e. S. Veroj bi berfirehî behsa wî kiriye…

Murad Celalî di Şerefnameyê de rîwayetên li ser eslê Kurdan derbas dibin nivîsine.

Merdan Newayî di nivîsa xwe de li ser mijara wehdeta wucûdê hûr bûye. Wehdeta wucûd di Dîwana Melayê Cizîrî de çawa derbas dibe û derbarê wehdet wucûdê de fikrê Seîdê Kurdî çi ye, M. Newayî pevre muqayese kirine û xwestiye tesîra Melayê Cizîrî ya li ser Seîdê Kurdî nîşan bide.

Abdurrahman Benek ji devê neviyê Elîkê Betê, jiyana Elîkê Betê kiriye mijara nivîsa xwe.

Di vê jimarê de li ser du melayan hatiye nivîsandin. Ahmed Seyarî dîwana Mela Eliyê Baqustanî ji aliyê tema, ziman, teşe û hunerên edebî ve, Nevzat Eminoğlu jî jiyana Mela Zekiyê Amêdiyê nivîsiye…

M. Xalid Sadînî şi’reke nû ya Melayê Bateyî peyda kiriye û cara yekê di vê jimara Nûbiharê de diweşîne.

Nihad Gültekin bi nivîskarê Kurd Cemil Turan Bazidî re ku li Yewnanîstanê dije re hevpeyîneke têr û tije kiriye.

Wekî din nivîskarên vê jimarê ev in: Berken Bereh, Shahîn Bekirê Sorekli, M. Xalid Sadînî, Rahmetullah Karakaya, Nasır Kemaloğlu, Dilazad A.R.T, Memê Mala Hine, Mahsûn Çakmak û Evdî Hesqera.

Şairên di vê jimarê de cih digrin jî ev in: Rojen Barnas, Cîhan Roj, Mewlana Celaleddînê Romî, Berken Bereh, Talat İnanç, Aram Dêran, Hinara Tacdîn, Bamed Serdar, Sidîq Gorîcan, Mehmet Çelik, Firat Keklik û Mela Muhemed Gulnar…

Hetanî jimara din bi xatirê we...

Süleyman Çevik


Αξιολογήστε αυτό το ebook

Πείτε μας τη γνώμη σας.

Πληροφορίες ανάγνωσης

Smartphone και tablet
Εγκαταστήστε την εφαρμογή Βιβλία Google Play για Android και iPad/iPhone. Συγχρονίζεται αυτόματα με τον λογαριασμό σας και σας επιτρέπει να διαβάζετε στο διαδίκτυο ή εκτός σύνδεσης, όπου κι αν βρίσκεστε.
Φορητοί και επιτραπέζιοι υπολογιστές
Μπορείτε να ακούσετε ηχητικά βιβλία τα οποία αγοράσατε στο Google Play, χρησιμοποιώντας το πρόγραμμα περιήγησης στον ιστό του υπολογιστή σας.
eReader και άλλες συσκευές
Για να διαβάσετε περιεχόμενο σε συσκευές e-ink, όπως είναι οι συσκευές Kobo eReader, θα χρειαστεί να κατεβάσετε ένα αρχείο και να το μεταφέρετε στη συσκευή σας. Ακολουθήστε τις αναλυτικές οδηγίες του Κέντρου βοήθειας για να μεταφέρετε αρχεία σε υποστηριζόμενα eReader.