Nûbihar 138: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
1.0
1 条评价
电子书
96

关于此电子书

Nûbihar

Jimar: 138

Zivistan 2017

***

Nûbihar, di Adara 1992yan de berê wekî weşanxane, piştî heft mehan jî bi heman navî wekî kovareke xwerû bi Kurdî dest bi weşanê kir. Ji wan deman hetanî îro vê xebata me ya du baskî çaryekê sedsalekê qedand û bi sala îsal kete 25 saliya xwe.

Kesên çîroka zimanê Kurdî ya li Tirkiyê dizanin, ew kes maneya 25 salan jî dizanin.

Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne.

Li Tirkiyê kar û xebatên li ser Kurdan di her dewrê de zehmet in.

Hetanî sala 1991ê derxistina kovar û kitêbên Kurdî qanûnen qedexe bû. Li pey rabûna vê qedexeyê bi gelek weşanên din re Nûbiharê jî dest bi weşanê kir.

Wan salan dîsa li welat şer hebû, lê xebatên siyasî û karên çandî jî hebûn.

Di van salên borî de atmosfera siyasî çi wextê nerm û sakîn bûye saziyên wekî me ku tenê xebatên çandî dikin, karê xwe rehettir kirine. Çi wextê şer û siyaset germ bûye, saziyên çandî jî bi awayeke neyênî tesîr girtine. Jixwe ne mumkin e meriv tesîr negire. Çiqas tu xwe ji vê atmosferê dûr bigirî jî bi ser nakevî...

Di bîst û pênc salên borî de, salek-du salên da­wîn netê, her sal radeya xwendevanan hêdî hêdî be jî bilind bûye. Bi taybetî jî di dema pêvajoya çareseriyê de hêviyek zêde di nav Kurdan de belav bûye û zimanê Kurdî bêhtir bala Kurdan kişandiye.

Dema şer ji carên berê bi şîdettir destpê kir, bi hezaran însanên me mirin, gelek kes koçber bûn, bajarên me ji binî ve xerab bûn û ticareta welat bi tevayî pêrîşan bû.

Ji bo aştiyê hêviyek mezin bi me re hebû, derbeyek mezin jî li vê hêviya me ket.

Ne tenê ev hêviya me şikiya, digel wê tirsek jî di nav xelkê de belav bû.

Ji ber ku dewlet bi ser gelek cihan de çû, gelek kes bi tirs û endîşe dipirsin, gelo wê çi derkeve pêşiya me? Gelo wê tiştek neyê serê derûdora min; memûr ditirsin dibêjin, gelo ji karê xwe nebim, mamosteyên bi Kurdî eleqedar dibûn ketine endîşeya pêşeroja xwe… Ji derûdorê em dibihîzin, ji memûrên dewletê hin kes xwe ji xwendin û şopandina weşanên Kurdî dûr digrin û wan vedişêrin, heta min ji hinekan bihîstiye ku kitêbên cem xwe jî şewitandine...

Ji aliyekî ve, ji her tebeqeyê însan hêvîşikestî ne û ji her tiştî sar bûne, li aliyê din jî ev însanên weşanên Kurdî dişopandin çavtirsiyayî bûne û ketine endîşeya pêşeroja xwe… 

Piştî qedana pêvajoya çareseriyê îro rewşa weşangeriya Kurdî weha ye… Lê em dizanin û hêvîdar in ku ev tişteke demî ye û weha naçe. Di salên destpêka Nûbiharê de, di gelek rewşên xirab de jî me tu carî hêviya xwe wenda nekiriye û bi xêra vê hêviyê em gihaştine sala 25an.

Jixwe em dizanin, li pey her zivistanekê biharek, li pey her şevekê jî ronahiyek heye…

Süleyman Çevik

评分和评价

1.0
1 条评价

为此电子书评分

欢迎向我们提供反馈意见。

如何阅读

智能手机和平板电脑
只要安装 AndroidiPad/iPhone 版的 Google Play 图书应用,不仅应用内容会自动与您的账号同步,还能让您随时随地在线或离线阅览图书。
笔记本电脑和台式机
您可以使用计算机的网络浏览器聆听您在 Google Play 购买的有声读物。
电子阅读器和其他设备
如果要在 Kobo 电子阅读器等电子墨水屏设备上阅读,您需要下载一个文件,并将其传输到相应设备上。若要将文件传输到受支持的电子阅读器上,请按帮助中心内的详细说明操作。