Nûbihar 139: Kovara çandî, hunerî, edebî

·
· PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ
電子書
96
頁數

關於這本電子書

Nûbihar

Jimar: 139

Bihar 2017

***

Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saliya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin.

Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin.

Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Türkan Tosun e, mijara wê jî “Edebiyata Zarokan di Kovara Nûbiharê de (1992-2010)” ye…

Em dizanin, bi giraniya 25 salan ji vir pêve karê me êdî zehmetir e. Her kes li bendê ye ku em karê baştir bikin, xwe pêş de bibin, naveroka Nûbiharê dewlemendtir bikin…

***

Ji ber ku editorê me yê helbestê kek Berken Bereh di nivîsa xwe ya kurt, lê têr û tije de behsa helbestên vê jimarê kiriye, ezê tenê behsa çend nivîsên wê bikim.

Îbnî Battûta seyyahekî navdar ê Fasî ye û di sed­sala 14an de jiyaye. Murad Celalî seyahatnameya wî daye ber xwe û li ku derê navê Kurdan, bajarên wan, navdarên wan derbas dibin tev kirine mijara nivîsa xwe…

Wekî ku em dizanin pîrê terîqeta Neqşebendîtiyê Mewlana Xalid, Kurdekî Şehrezorê ye û terîqeta Neqşebendîtiyê bi xêra wî li Rojhilata Navîn belav bûye. Martin van Bruinessen di nivîsa xwe ya balkêş de tesîra Mewlana Xalid digihîne li Başûrê Rojhilata Asyayê jî. Ev meqaleya hêja kek Talat İnanç wergerandiye Kurmancî.

Xwezî wekî Rohat Alakom çend nivîskarên me yên din hebana. Mala kek Rohat ava be, ev çend jimar in, li Swêdê şopên Kurdan yek yeko taqîp dike û me pê haydar dike. Dizanim di warê rewşenbîrî û nivîskariya Kurdî de rola Swêdê gelek e; lê li gelek welatên din jî Kurd hene, kesnên din rabana û bi vê usûlê behsa Kurdên deverên din bikirana çiqas baş dibû.

Nivîskar û lêkolînerê hêja Ziya Avci ji kitêba Mêjûy Edebî Kurdî beşê li ser jiyana Elaeddîn Seccadî ji Soranî kiriye Kurmancî û ev kesê hêja bi me daye nasandin.

Nivîsa Abdurrahman Adak ya li ser Mela Ehmedê Zinarexî û nivîsa Hemin Omar ya li ser şairê Soran Mewlewî du nivîsên lêkolînî û balkêş in.

Nihat Gültekin ji Kurdên Ermenistanê, bi Mirazê Cemal re li ser rewşa Kurdên Ermenistana berê û ya îro hevpeyvînek xweş çêkiriye.

Çetoyê Zêdo di dîroka Şanoya Kurdî de li Iraq, Îran, Sûrî, Ermenistan, Gurcistan, Tirkiyê û li Ewrûpayê çiqas metnên çapbûyî hene nav bi nav dane û nivîsek ku bibe çavkanî nivîsiye.

Wekî din di vê jimarê de nivîs û çîrokên A. Meretowar, Yûnis Amedî, Recep Dildar, Mesûd Serfiraz, Besra Pîranij, Hanefi Taşkın û Evdî Hesqera hene…

Heta jimareke din di nav xêr û xweşiyê de bimînin…

Süleyman Çevik


為這本電子書評分

請分享你的寶貴意見。

閱讀資訊

智能手機和平板電腦
請安裝 Android 版iPad/iPhone 版「Google Play 圖書」應用程式。這個應用程式會自動與你的帳戶保持同步,讓你隨時隨地上網或離線閱讀。
手提電腦和電腦
你可以使用電腦的網絡瀏覽器聆聽在 Google Play 上購買的有聲書。
電子書閱讀器及其他裝置
如要在 Kobo 等電子墨水裝置上閱覽書籍,你需要下載檔案並傳輸到你的裝置。請按照說明中心的詳細指示,將檔案傳輸到支援的電子書閱讀器。